08:45 25 Mijdar 2017
Zindî
    Çekdar

    Çekdaran êrişî gund kir: 29 kuştî

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 165 0 0

    Çekdarên nenas li eyaleta Plateau ku dikeve navenda Nîjeryayê êrişî gundê Njiedohhwoyê kirin. Di êrişê de herî kêm 29 kes hatin kuştin.

    Yek ji şahidê eyaletê Sunday Abdul, çekdarên bi kirêkirî êrişî gundê Nkiedoghwoya elayeta Plateauyê kirin. Di êrişê de herî kêm 29 kes hatin kuştin. Li gorî daxuyaniya Abdul di nava qurbaniyan de jin, zarok û extiyar jî hene û ev kes ji bo ewlehiya xwe di dibistanekê de xwe veşartibûn.

    Abdul di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ev êriş li derveyê mirovatî û hovane bû û nayê qebûl kirin. Divê rêvebirên welat rê li ber van bûyerên wiha bigrin."

    Endamê Meclisa eyalete Suleyman Kwande jî êrişa çekdarî serast kir û got: "Di êrişa dibistanê de zêdetirî 20 kesî hatin kuştin, ez bangî hikûmeta federal dikim ku van êrişan rawestîne."

    Bi heman mijarî:

    Li Nîjeryayê 7 êrişên xwekujî: Bi dehan mirî û birîndar
    Nîjeryayê dest danî ser keştiya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû
    Li Nîjeryayê êrişa mizgeftê: 20 kuştî
    Li Nîjeryayê ji ber menenjitê 745 kesan jiyana xwe ji dest da
    Kuçikek li Nîjeryayê pêşî li êrişa xwekujiyê girt
    Etîketan:
    Herî kêm 29 kuştî, Li Nîjeryayê êrişa çekdarî, Sunday Abdul, Plateauy, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de