15:53 23 Mijdar 2017
Zindî
    Milîtan

    Herdu rêxistin xwe bi xwe şer kirin: 11 kuştî û 15 birîndar

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 225 0 0

    Li bajarê Cuzcana bakurê Afganistanê herdu rêxistinên terorîst DAIŞ û Talîban xwe bi xwe şer kirin. Di şer de ji herdu aliyan 11 milîtan hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn.

    Berdevkê Walîtiya Cuzcamê Muhammed Reza Xefûrî di axaftina xwe ya çapemeniyê de got: "Li herêma Hitay Say û Çar Say a Cuzcamê di navbera milîtanên rêxistina Talîban û DAIŞê de şer û pevçûnên dijwar derketin.

    Muhammed Reza Xefûrî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Şerê navbera herdu rêxistinan zêdetirî 4 seetan dom kir, 5 DAIŞê hatin kuştin û 8 birîndar bûn, ji Talîbanê jî 6 milîtan hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Heta niha ji herdu aliyan jî daxuyanî nehatiye dayîn.

    Herwiha berê çend carên din li navçeya Kuştepe û Derzaba girêdayî Cuzcamê di navbera herdu aliyan de şer û pevçûn qewimîbûn.

    Bi heman mijarî:

    Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da
    Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
    Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
    Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Etîketan:
    DAIŞ, Talîban, Muhammed Reza Xefûrî, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de