22:23 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Iraqê - operasyon - mûsil - iraq

    Artêşa Iraqê: Me operasyon li dijî Kerkûkê nedaye destpêkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 2010

    Artêşa Iraqê di rûpela xwe ya Facebookê de daxuyaniyek ragihand ku wan li dijî Kerkûkê operasyon nedaye destpêkirin û nûçeyên bi vî rengî yên di çapemeniyê de derketî derew in.

    Yekîneya Çapemeniyê ya Artêşa Iraqê di rûpelê xwe yê Facebookê de daxuyaniyek belavkir û got: "Yekîneyên me hîn jî li herêmên ku hatine rizgar kirin lêkolînan û paqijiyê dikin. Em saziyên çapemeniyê hişyar dikin ku di raya giştî de, dibin sedeme tevliheviya hişê mirovan. Em her kesî vedixwînin ku agahiyên ji çavkaniyên fermî tên bikarbînin.

    Şewirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê berpirsê Pêwendiyên Siyasî Hêmin Hewramî, li ser hesabê xwe yê medya civakî yê Twitterê ragihandibû, "Agahî hene ku hêzên Heşdî Şeibî li Beşîr û Tazayê yên li başûrê Kerkûkê kom bûne. Plan dikin ku êrîşî beşeke ji Kerkûkê û zeviyên petrolê bikin."

    Herwiha ajansa nûçeyan a Fransî (AFP) jî vê sibê tomar kiribû ku Artêşa Iraqê ji bo Kerkûkê bi paş ve bistîne operasyon daye dest pê kirin.
    Ji hêla din ve hem Artêşa Iraqê hem jî Pêşmerge ber bi Kerkûkê ve diçin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnamevan Zêrevan: Êrîşî Kerkûk û Mûsilê bikin, dê Amerîka piştgiriya Kurdistanê bike
    Dîroknasê navdar ê tirk: Mûsil û Kerkûk her bûye şûnwarê kurdan
    HDP: Kesên ku di heyata xwe de Kerkûk neditine vêga behsa wê dikin
    Barzanî li Kerkûk bi YNKê re civîneke giring li dar dixe
    'Bexda dizanîbû Kerkûk ne aîdî wan e, lewma ti xizmet nekirin'
    Waliyê Kerkûkê: Hikûmeta Iraqê Kerkûk piştguh kir û çû Mûsil rizgar kir
    Etîketan:
    Hişyarî, Daxuyanî, Nûçe, Derew, Hêmin Hewramî, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de