18:20 18 Cotmeh 2017
Zindî
    Civîna Komîteya Navendî ya Partiya Karkeran a Koreya Bakur

    Koreya Bakur Kirim wek beşek ji Rûsyayê nasî

    © REUTERS/ KCNA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 1820

    Weşanxaneya 'Anskelopediya Zanistî" ya Koreya Bakur xerîteyeke nû ya cîhanê amade kir û tê de Kirim wek beşek ji Rûsyayê nîşan da. Wezareta Derve ya Koreya Bakur jî ragihand ku encamên referandûmê dinasin.

    Balyozxaneya Rûsyayê li Koreya Bakur li ser rûepla xwe ya Facebookê ragihand ku li weşanxaneyeke bi navê "Anskelopediya Zanistî" li Pyongyangê xerîteyeke siyasî ya nû weşandiye ku tê de Kirim wek beşek ji xaka Rûsyayê tê nîşandan.

    Li gorî wê daxuyaniyê, Wezareta Derve ya Koreya Bakur ew xerîte nirxandiye û ragihandiye ku encamên referandûm dinasin.

    "ENCAMÊ LI GORÎ NORMÊN HIQÛQA NAVDEWLETÎ NE"

    Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Wezareta Derve ya Koreya Bakur ji me re daye xuyakirin ku rêzê li encamên referandûma li nîvgravê hatiye kirin digirin ku di encamê de bi Rûsyayê ve hatiye girêdan û encamên wê meşrû dibînin û herwiha bi temamî li gorî normên hiqûqa navdewletî ne."

    "KIRIM JI RÛSYAYÊ NAYÊ DABEŞKIRIN"

    Herwiha balozxaneyê helwesta Koreya Bakur li Neteweyên Yekbûyî bi bîr anî û teqez kir ku Pyonyang Kirimê wek beşekî Rûsyayê yê nayê dabeşkirin dibîne.

    "JI BO GIRAVÊN KURÎLÊ JÎ HEMAN HELWESTÊ NÎŞAN DIDE"

    Balyozxaneyê diyar kir ku Koreya Bakur heman helwestê ji bo giravên Kûrîlê jî nîşan dide.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'
    Venedîkê, Kirim wekî perçeyekî Rûsyayê nas kir
    Mariani: Divê dewletên rojavayî êdî qebûl bikin ku Kirim beşeke Rûsyayê ye
    Piştî Le Penê got, Kirim a Rûsyayê ye, dibe têketina wê ya Ûkraynayê bê qedexekirin
    Lavrov: "Kirim a me ye û tiştekî ku aîdî mirov be mirov nikare ji xwe kire bike"
    Etîketan:
    nasîna dewletan, referandûm, Kirim, Kurîl, Rûsya, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de