12:19 24 Hezîran 2018
Skorsky - Helîkopter

Helîkoptera Skorsky bi sedemeke ne diyar ket

© AFP 2018 / PAUL J. RICHARDS
Cîhan
Lînkê kurt
1 0 0

Helîkoptereke leşkerî ya Amerîkayê dema ji tetbîqata leşkerî ya Koreya Bakur vedigeriya li Japonyayê ket.

Li gorî nûçeyên çapemeniya herêmî, gundiyan li derdora bajarokê Takamura Takae yê herêma Okînawayê enqazê helîkoptereke ku duman jê diçû dîtin.

Paşî hatê hînbûn ku helîkoptera leşkerî ya Amerîkayê bi modela CH-53E Skorsky ketiye. Xelkê herêmê tîmên tendirustî hêzên ewlehî agahdar kirin.

Amerîkayê ji bo tetbîqata leşkerî ya li nêzîkî Koreya Bakur 2 balafirên süpersonik ên bombebaranê jî di nav de 6 balafir û helikopter şandibûn.

Ne hêzên ewlehî yên Japonyayê û ne jî Amerîkayê derheqê helîkoptera ketî de agahî belav nekirin. Hejmara miriyan nehat zanîn.

Bi heman mijarî:

Li Hindistanê Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî
Helîkoptera Îranê: Kesek mir 2 kes jî birîndar bûn
Helîkoptera Amerîkayê ket xwar
Helîkoptera leşkerî ya Îsraîlê li Çola Necefê ket
Helîkoptera leşkerî ket
Etîketan:
HelÎkoptera leşkerî ya Amerîkayê ket, Okînawa, Japonya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de