14:24 11 Kanûn 2017
Zindî
    S-400

    Erebîstana Siûdî û Rûsya li ser S-400an li hev kirin

    © Sputnik/ Sergei Malgavko
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Qralê Erebîstana Siûdî Selman Bîn Abdulazîz doh li Moskowê hevdîtinek pêkanîn. Di encama hevdîtinan de hat aşkere kirin ku di firotina moşekên S-400î de peymana prensîbê pêkhatiye.

    Çavkaniyekî nêzî hevdîtinên Rûsî û Siûdiyan ji rojnameya Kommersantê re ragihandiye ku; Riyadê aşkere kiriye ku dikare bi buhayê 2 milyar dolaran herî kêm 4 kompleksên S-400an bikire. Çavkanî got ku, peymana dawî di hevdîtinên dawiya mehê di civîna komîsyona leşkerî û teknîk a di navbera Rûsya û Erebistana Siûdî de, dê pêk were.

    Heke peyman pêk were û alî îmzê biavêjin, Erebîstana Siûdî, piştî Çîn û Tirkiyê dê bibe welatê sêyemîn ku S-400 kirî ne. Peymanên leşkerî yên di navbera her du welatan de buhayê 3 milyar dolar digrin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Pûtîn û Qralê Siûdî li ser mijara Sûriyeyê li hev kirin
    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî
    Generalê Siûdî: Mafê kurdan heye dewleta xwe ava bikin
    Rojnameya îngîlîzî: Îmarat, Siûdî û Îsraîlê li ser piştgiriya Kurdistanê li hev kiriye
    Eksper: Erebistana Siûdî rêzê ji daxwazên kurdan re digire
    Erebistana Siûdî bangî Barzanî kir: Navbeynkariyê qebûl bike
    Etîketan:
    Erebistana Siûdî, s-400, Peyman, Selman bin Ebdulezîz, Vladîmîr Pûtin, Rusya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de