23:03 24 Hezîran 2018
Helîkopter

Li Hindistanê Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî

© REUTERS /
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li bakurê rojhilatê Hindistanê helîkoptera leşkerî ket, di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlehî, li herêma çiyayê Tawang a eyaleta Arunaçal Pradeşê helîkoptereke aîdî Hêza Hewayî ya Hindistanê ket.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye, lê derheqê sedema ketina helîkoptera leşkerî de ti agahiyek nehat parvekirin.

Li Hindistanê di demên dawî de pir zêde qezayên balafir û helîkopteran diqewimin. Li gorî zanyariyan sedema qezayan ji ber şaşiyên pîlot û arîzeyên teknîkî pêk tên.

 

Bi heman mijarî:

Pentagon: Helîkopter û pîyadeyên Amerîkî di operasyona Reqqayê de beşdar in
HPGê îdîa kir ku wan helîkopter xistiye
Hikûmetê 4 helîkopter dane Silêmaniyê
Li Komara Kongoyê 2 helîkopter ketin
Helîkopter ket, 5 kesan can da
Li Meksîkayê çeteyan helîkopter xistin: 4 polês mirin
Etîketan:
Li Hindistanê helÎkoptera leşkerî ket, Arunaçal Pradeş, Hindistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de