15:49 18 Kanûn 2017
Zindî
    Heşdî Şebî

    Neteweyên Yekbûyî rêxistina Haşdî Şabî xiste lîsteyê

    © AFP 2017/ MARWAN IBRAHIM
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Neteweyên Yekbûyî (NY) her sal derbarê kiryar û binpêkirinên li dijî zarokan yên di rewşa şer de raporekê belav dike. Di nava raporê de bi navê Lîsteya Şermezariyê lîsteyek jî heye. NY îsal Haşdî Şabî jî tevlî vê lîsteyê kir. Di lîsteyê de navê dewlet, alî û rêxistinên ku mafên zarokan binpê dikin, an jî di şer de wan bikar tînin cî digrin.

    NY di rapora xwe ya ku her sal belav dike de balê dikşîne, ser binpêkirinên mafên zarokên di rewşa şer de. Rapor ji aliyê Nivîsgeha Sekreteriya NY hatiye aade kirin. Salên derbasbûyî li Iraqê tenê navê Daîşê di vê lîsteyê de cî digirt. Lê îsal navê Haşdî Şabî jî kete nav lîsteyê. Di raporê de tê gotin ku, di şer de diyarkirina îstîsmar kirin û bikaranîna zarokan a ji aliyê Haşdî Şaibî ve zêdetir dibe.

    Hêjayî gotinê ye ku navêndên dîplomasiyê gelekî giringiyê bi vê raporê didin. Li ser rapora sala çûyî ku navê Erebîstana Siûdî jî tê de cî digirt, Siûdî gef li NYî xwaribûn û gotibûn em ê hemû alîkariyên xwe ji NY bibirin. Li ser vê yekê navê Siûdî ji lîsteyê hatibû derxistin. Lê îsal dîsa ev welat di nav lîsteyê de cî digre û bi kuştina zarokên

    Bi heman mijarî:

    Haşdî Şebî rêya Şengal-Beac kontrol kir
    Haşdî Şabî li Qeyrewan 3 gund kontrol kirin
    Krîza li Şingalê mezin dibe, Haşdî Şabî li Şingalê bicih bû
    Rêxistina HRWê: Haşdî Şabî jî wekî DAIŞê ye
    Ji Heşdî Şabî daxuyaniya referanduma serxwebûnê
    Etîketan:
    Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Haşdî Şabî, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de