02:45 13 Kanûn 2017
Zindî
    Êrişa xwekujî

    Li hemberî ziyaretgahê êrişa xwekujî: 20 kuştî û 28 birîndar

    © REUTERS/ Ahmad Shuja
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Pakistanê li hemberî ziyaretgaheke şîeyan êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.

    Li Pakistanê li başûrê rojavayê eyaleta Belûcistanê li hemberî ziyaretgaheke şîeyan êrişa xwekujî pêk hat, di êrişê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî daxuyaniya hêzen ewlehî yên herêmî, li herêma Cal Magsiyê dema însan li ser ziyaretgeha Fatihpurê civiyabûn êrişeke xwekujî pêk hat, di êrişê de yek jê polîs û 5 jê zarok herî kêm 20 kes hatin kuştin û jin û zarok jî di nav de 28 kes jî birîndar bûn.

    ​Serokwezîrê Pakistanê Şahid Hakan Abbasî di peyama xwe de bûyer şermezar kir û got: "Ola terorîstan tuneye. Em ê nehêlin rewşa me ya aştî were xerakirin. Dewleta me wê bersiva herî xurt bide."

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Hindistan û Pakistanê şer: 3 kuştî û 3 birîndar
    Li Pakistanê êrişa bombeyî: 15 mirî 25 birîndar
    Serokwezîrê nû yê Pakistanê diyar bû
    Li Pakistanê tankêr teqîya: 123 kes mirin
    Pakistanê jî biryar da ku 20 hezar leşker bişîne
    Etîketan:
    Serokwezîrê Pakistanê, Êrişa xwekujî, Şahid Hakan Abbasî, Belûcistan, Pakistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de