15:10 12 Kanûn 2017
Zindî
    Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz Al Siûdî

    Qiralê Erebistana Siûdî derbarê Iraq, Sûriye û Filistînê de axivî

    © Sputnik/ Aleksei Nikolskiy
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz Al Siûdî di civîna li gel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de îro pêncşemê teqez kir ku divê xebat ji bi bidawîkirina qeyrana Sûriyeyê li gorî biryarên navdewletî dewam bike, bi awayekî ku ewlehî û yekîtiya axa Sûriyeyê de were parastin.

    Derbarê meseleya Sûriyeyê, Qiralê siûdî wiha got: "Ji bo qeyrana Sûriyeyê de, em dixwazin ku li gorî biryara Cenevê ya 1ê û biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 bê bidawîkirin û çareseriyeke bê peydakirin bi awayekî ku ewlehî, istiqrar û yekîtiya axa wê biparêze."

    Herwiha li ser qeyrana Iraqê jî, Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz Al Siûdî bi heman awayî teqezî li ser ewlehî û yekîtiya axa Iraqê kir û hêzên xwe bikin yek ji bo şerê terorê bikin.

    Derbarê

    Qiralê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz Al Siûdî roja çarşemê gihiştibû Moskowê.

    Selman Bin Ebdulezîz Al Siûdî derbarê pirsa Filistînê de jî axivî û got," pêwîst e ku dewleteke Filistînê ya serbixwe bê avakirin û paytextê wê jî Qudsa rojhilatî be."

    Bi heman mijarî:

    Erebistana Siûdî piştrast kir ku li Yemenê bombeyen xarê bikaranîtine
    ‘Erebistana Siûdî di mijara Sûriyeyê de divê bibe hevkarê Rûsya, Îran û Tirkiyeyê'
    Reqsa jinan li Erebistana Siûdî bû sedema bertekan
    'Şandeyeke îranî di 23ê Sibatê de diçe Erebistana Siûdî'
    Balafireke F-16 ya Urdunê li Erebistana Siûdî ket xwarê
    Husiyan bi moşekên balîstîk êrişî Erebistana Siûdî kirin
    Etîketan:
    Selman Bin Ebdulezîz Al Siûdî, Moskow, Sûriye, Erebistana Siûdî
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de