10:18 13 Kanûn 2017
Zindî
    pîton- mar

    Di şerê zêrevan û pîton de pîton hat xwarin

    © AP Photo/ Alan Diaz
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Endonezyayê zêrevanê gund Robert Nababan, li Herêma Batang Gansal a li girava Sumatrayê, di plantasyoneke rûnê palmê de, marekî pîtonî yê mezin dît. Nababan hewl da ku marê 7 metre û 80 santîme bigre. Paşê pîton êrîşî zêrevan kir.

    Bekçiyê gûnd Robert Nababan hewl da ku marê pîton yê mezin bigre. Lê belê mar jî êrîşî wî kir û hew mabû ku milê wî jê bike. Lê belê gundiyên Nababan ku bi hawara vî hatin, marê pîton yê dêwî kuştin. Gundiyan pîton ewilê li qada gund daleqandin, paşê parça kirin û goştê wî qelandin û xwarin.

    ​Nababan her çi qasî di têkoşînê de giran birîndar bûbe jî, piton têkbir. Bekçiyê 37 salî aşkere nekir bê çima hewl daye ku marê pîton zeft bike. Lê belê tê gotin ku hinek gundî ji tirsa mar newêrîn di rê re derbas bibin. Herwiha tê gotin ku, heye milê bekçî Robert Nababan were jêkirin jî.

    Bi heman mijarî:

    Li Sêrtê zarokê ku xwest mar bikuje, 4 kes birîndar kirin
    Mirovan bi destê xwe, şûşak av dan marê ku dikira ji tîna bibeeciya
    Marê pîton, ciwanekî 25 salî daqurtand
    Etîketan:
    pîton, mar, Endonezya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de