15:07 23 Hezîran 2018
Emmanuel Macron

Macron: Divê mafên kurdan werin qebûlkirin

© REUTERS / Etienne Laurent
Cîhan
Lînkê kurt
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)
0 0 0

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî got" divê îtîraf bi mafên kurdan were kirin lê ew(îtîraf) divê di çarçoveya destûra iraqî de be daku mafê yekîtiya axa Iraqê were parastin."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî di civîneke çapemeniyê li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de got," divê îtîraf bi mafên kurdan were kirin lê ew(îtîraf) divê di çarçoveya destûra iraqî de be daku mafê yekîtiya axa Iraqê were parastin."

Herwiha Macronî destnîşan kir ku Fransa amade ye ku navbeynkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bike û wiha pê de çû: "Eger Hikûmeta Iraqê bixwaze, Fransa amade ye navbeynkariya hikûmeta Bexda û Kurdistanê bike daku piştgiriyê bide destpêşxeriya Neteweyên Yekbûyî".

Ji aliyê din ve, serokkomarê frensî ragihand ku welatê wî dê 430 milyon euro bide Bexdayê û destnîşan kir ku ew deyn dê îro were pesendkirin.

Mijar:
Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (118)

Bi heman mijarî:

Malikî bi kurdên feylî re civiya û daxwazek ji wan kir
‘DAIŞê ji herêma leşkerên Amerîkî êrîş kir’
Cenazeyê Mam Celal yekser diçe Silêmaniyê û li Dabeşan tê definkirin
El Hekîm: Şerê dijî Kurdan heram e, divê hemû mafên wan bên parastin
Êrîşî qereqolê kirin: 22 kuştî
Barzanî ji Fermandarê Amerîkî re got, ‘Biryara me nayê guhertin’
Etîketan:
Heyder Ebadî, Emmanuel Macron, Kurdistan, Iraq, Fransa
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de