14:51 22 Çile 2018
Zindî
    Sekreterê Giştî yê Hizbûllaha Libnanî Hesen Nesrellah

    Hizbûllah: Referandûma Kurdistanê dê her çar dewletan perçe bike

    © AP Photo/ Bilal Hussein
    Cîhan
    Lînkê kurt
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)
    0 04

    Hizbûllaha libnanî duh şemiyê ragihand ku serxwebûna Herêma Kurdistanê pêngava yekem e ji bo dabeşkirina tevahiya Rojhilata Navîn û dê bibe sedema "şerekî navxweyî" lewra divê li dijî wê bê derketin.

    Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nesrellah ragihand ku serxwebûna Herêma Kurdistanê ne tenê li ser Iraqê lê li ser dewletên cîran jî xeter e.

    Nesrella wiha dewam kir: Ev meseleyeke gelekî xeter e… Tiştê van rojan dibe, tenê Iraqê tehdîd nake…Tevahiya herêmê tehdîd dike…Îran, Tirkiye, Sûriye û tevahiya Herêmê anku ne tenê Iraqê. Lê van her çar dewletan ji ber dê derîli perçekirin û perçekirin û perçekirinê veke".

    Herwiha Nesrella destnîşan kir ku neyarê sereke yê Hizbullahê, Îsraîlê piştgiriya avakirina dewleteke kurdî kiriye û îdîa kir ku projeya dabeşkirinê komployeke îsraîlî-amerîki ye.

    Mijar:
    Pêvajoya piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê (117)

    Bi heman mijarî:

    Katalanya: Dengdan û astengkirina polîsan dewam dike
    Ebadî peyamek ji bo gelê Kurdistanê weşand
    Hewramî: Biryarên Ebadî tenê ji bo hilbijartinên Iraqê ne
    Meclîsa Sivîl a Reqayê civîna bi Amerîkayê re red kir
    Kurd ji Koşka Spî daxwaza piştgiriya serxwebûnê dikin
    Etîketan:
    Hizbûllah, Hesen Nesrellah, SÛriye, Sûriye, Tirkiye, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de