18:54 25 Hezîran 2018
Leşker - Polîs

Serokomarê Filipînê: Kurê min be jî bikujin

© Foto : AFP 2015/ Ahmed Abdel Fattah
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokomarê Filipînê Rodrîgo Duterte di axaftina xwe de ragihand ku min ji polîsan re got heke kurê min jî tevlî vî karê qaçaxvaniya hişbirê bibe bikujin.

Li gorî îdîayan kurê Serokomarê Filipînê Rodrîgo Duterte Paolo Duterte jî tevlî karê qaçaxvaniya hibirê bûye. Rodrîgo Duterte li Manîlayê li Qesra Serokomariyê di axaftina çapemeniyê de bersivaa îdîayan da û got: "Min ji hêzên ewlehî re got, heke kurê min Paolo Duterte jî tevlî karê qaçaxvaniya madeyên hişbir bibe bikujin."

Senatorê muxalif Antonio Trillanes îdîa kiribû ku kurê Serokomarê Filipînê Rodrîgo Duterte ku di heman demê de Cîgirê Serokê Şaredariya Davaoyê ye Paolo Duterte di qaçaxvaniya amfetamîn a ku Çinê hatiye kirin rola wî heye. Rodrîgo Duterte di bersivdayîna vê îdîayê de got: "Min dîrektîf da hêzên ewlehî, kîjan kurê min tevlî karê wiha yên qaçaxvaniya madeyên hişbir bibe bikujin ku kesek nikaibe gotinekê bêje. Min ji Paolo re jî got, heke ti di karê wiha de were girtin wê polîs te bikujin û ez ê wan polîsan biparêzim."

Paolo Duterte
© REUTERS / Erik De Castro
Paolo Duterte

Bi heman mijarî:

Ji Duterte bo polîsan: Kesê di bin çavan de li ber xwe bide hûn dikarin bikujin
Duterte: Ez ê DAIŞiyan bi zindî bixwim
Duterte: Eger hûn bi me re şer bikin, hûn ê bimirin
Duterte li başûrê Filipînê rewşa awarte îlan kir
Serokdewletê Filîpînan Duterte komên cîhadîst tehdît kir: Ez ê kezeba we bi xavî bixwim
Etîketan:
Serokomarê Filipînê, Paolo Duterte, Rodrîgo Duterte, Manîla, Filipîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de