02:42 28 Gulan 2018
Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtîya Ewropayê (YE) Federica Mogherini

YE: Em amade ne piştgiriyê bidin diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê

© AFP 2018 / Frederick Florin
Cîhan
Lînkê kurt
0 10

Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya Yekîtîya Ewropayê (YE) Federica Mogheriniyê îro çarşemê ragihand dê ku YE bangî birêveberiya herêma Kurdistanê dike ku referandûma serxwebûna herêmê pêk neyênin ji ber wê referandûmê ne berhemdar dihesibîne.

Mogherini îro çarşemê derbarê mijarê de wiha axivî: "Yekîtiya Ewropayê bi bîr tine ku piştgirî dide yekîtiya axa Iraqê û serweriya. Ew kiryarên yekalî wek referandûma pêşniyarkirî ne berhemdar dihesibin û divê mirov ji wan bisekine."

Herwiha rayedara ewropî destnîşan kir ku YE qebûl dike, kêşeyên neçareserkirî di navbera birêveberiya kurdî û Bexdayê de hene lê diyaloga aştiyane û avaker dê rê li ber peydakirina çareseriyeke hevpar veke ku li ser sepandina madeyên destûra iraqî hatiye avakirin.

Ji aliyê din ve, Mogheriniyê dilxweşiya xwe ji bo pêşniyara teşwîqkirina diyalogê ya neteweyên yekbûyî re nîşan da û diyar kir ku bê xwestin, Yekîtiya Ewropa jî amade ye piştgiriyê bide.

 

Bi heman mijarî:

Şêwirmendê Parlamena Kurdistanê: Piştî referandûmê em konfederasyonê pêşniyar dikin
Behrem Salih: Bê dudilî dibêjim, ‘Belê’ bo serxwebûnê
Rûsya: Herî zêde êrîş ji HSDê tên ser artêşa Sûriyê
Siûdî ji bo referandûma Kurdistanê alternatîvek pêşnîyar kir
Macron: Fransa bi taybet ne li dijî serxwebûna Kurdan e
Erdogan: Em Hewlêrê vedixwînin ku dev ji hewildana referandûmê berde
Etîketan:
YE, Federica Mogherini
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de