08:42 23 Îlon 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    Gelo modavan Michael Kors ji kincên PKKyiyan îlham girtiye?

    © AP Photo/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Hat îdiakirin ku modavanê navdar Michael Kors di dizayna xwe ya kincan de ilhama xwe ji endamên jin ên PKKê girtiye.

    Modavanê navdar Michael Kors li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo pênasandina modelên xwe yên payiza 2017an peyamek û wêne parve kirin.

    Kincên modavanê navdar yên di wêneyan de wekî kincên PKKyiyan hat şîrovekirin û li ser medyaya civakî bû mijara nîqaşê.

    Hinek bikarhênerên medyaya civakî bal kişandin ser ku ew kinc dişibin kincên endamên jin ên PKKê û diyar kirin ku wan ev model ecibandine.

    ​Ji aliyê din ve hinek bikarhênerên medyaya civakî jî bertek nîşan dan.

    Beriya niha jî kovara modayê ya Frensî ELLE li Rojava bi şervanên jin ên Kurd re peyivîbû û herwisa markaya kincan ya navdar H&M jî cil û bergên ku kincên neteweyî yên Kurdan model girtibû, çêkiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Dadgeha Belçîkayê biryar da: ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’
    Generalê Îsraîlî: PKK ne rêxistineke terorîst e
    Barzanî: PKK ne terorîst e, piştgiriyê dide referandûmê
    Îmamê Tirk bersiva çima PKK naqede da: Xweda nabe alîkar
    PKK: 2 fermandarê me jiyana xwe ji dest da
    Etîketan:
    PKK, Michael Kors
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de