07:02 20 Mijdar 2017
Zindî
    Japonya Savunma Bakanı Itsunori Onodera

    Japonya: Di hêşê Koreya Bakur de Guam heye

    © REUTERS/ Toru Hanai
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Itsunori Onodera di derbarê ceribandina moşekên Koreya Bakur de axivî û tagihand ku di ‘Hêşê wan de Guam' heye.

    Onodera, ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku moşeka Koreya Bakur ji ser Japonyayê ve 3700 kîlometro firiyeye û ev yek jî ji bo xwe gihandina Guamê bes e.

    Guam, 3400 kîlometro ji Koreya Bakur dûr e.

    Onodera, got: "Em niyeta Koreya Bakur nizanin, lê dema em li axaftina wan dinêrin, di hêşê wan de Guam heye."

    Ji aliyê din ve Onodera destnîşan kir ku Koreya Bakur mueyîdeyên Neteweyên Yekbûyî guhdar nake û dibe Pyongyang heman çalakiyên xwe jî dewam bike.

    Koreya Bakur bi saeta herêmî 07: 00an de ceribandina moşekê pêk anî û moşek ji ser Japonyayê ve derbasbû û ket Okyanûsa Pasîfîk. Ji ber ceribandina moşekê li Japonyayê sîrenan lê dabû û bangî welatiyan hatibû kirin ku biçin stargehan.

    Bi heman mijarî:

    Meksîkayê balyozê Koreya Bakur ji welatê xwe qewirand
    Rûsya di derbarê firotona petrolê bo Koreya Bakur de daxuyanî da
    Abe: Japonya û Rûsya dikarin polîtîkaya Koreya Bakur biguherînin
    Pûşkov: Gefa Amerîkayê ya ser hevkarên Koreya Bakur badilhewa ye
    Etîketan:
    hêş, ceribandin, moşek, Itsunori Onodera, Japonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de