09:43 21 Îlon 2017
Zindî
    Qedexe-polês-polîs-operasyon-desteserkirin

    Polîsan bi ser mala Wezîrê Çandinî de girt

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 52 0 0

    Polîsê federal ê Brezîlyayê ji ber ku di dema walîtiya xwe de tevlî lêpirsîneke gendeliyê bibû bi ser mala Wezîrê Çandinê Blario Borges Maggi de girt.

    Polîsê federal li ser daxwaza Serdozgeriya Komarî ya Brezîlya û bi destûra dadgerê Dadgeha Bilind a Federal Luiz Fux operasyon pêk anî. Wezîrê Çandinî Blario Borges Maggi dema waliyê Mato Grossoyê bû bi sedema ku bertîl daye endamên meclêsê rastî lêpirsînê hat, polîsan bi ser mala wî de girt û lêgerîn kirin.

    Herwiha ofîsa çapemenî ya Blario Borges Maggi di daxuyaniya xwe de ragihand ku Maggi ji bo bicihanîna edaletê ticarî li dijî qanûnan helwestek nîşan nedaye û di şirketên wî de karekî derveyê qanûnan nehatiye kirin.

    Şirketa herî mezin a hîlberîna soyayê ya Maggiye û lewma wek ‘qralê soyayê' tê naskirin. Maggi piştî salên 2003 û 2010an awalîtiya eyaleta Mato Grossoyê di sala 2011an de wek senator hatibû hilbijartin û di sala 2016an de jî ji terefê Serokê Dewletê Michel Temer ve jî wek Wezîrê Çandinî hatibû tayînkirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Gulen direve Brezîlya an jî Arjantînê'
    Brezîlya di keştiya xerabe de, bi Titancê dikene
    Brezîlya ditirse bibe hedefa DAIŞê
    Li Paragûay, Arjantîn, Brezîlya û Ûrûgayê lehî: 4 mirî 170 hezar bêwar
    Brezîlya: 'Ewropa di mirina Alan Kurdî de gunehkar e'
    Etîketan:
    Polîsan bi ser mala wezîr de girt, Wezîrê Çandinî yê Brezîlyayê, Luiz Fux, Blario Borges Maggi, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de