20:53 18 Mijdar 2017
Zindî
    Qezaya keştiyê

    Keştiya bazirganan li ser çem binav bû: 53 mirî

    © REUTERS/ FREDY BUILES
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 28 0 0

    Li welatê Efrîqeya Rojava li Nîjeryayê keştiya rêwiyan li ser çem binav bû. Di encamê de herî kêm 53 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Berpirsê Ajansa Rewşa Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê (NEMA) Suleyman Muhammed di daxuyaniya xwe de ragihand ku li ser çemê Nîjerê li nêzî gundê Bagudo keştiya rêwiyan binav bû û di bûyerê de herî kêm 53 kesî jiyana xwe ji dest da.

    Suleyman Muhammed di berdewamiya axaftina xwe de got: "Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji rêwiyan 47 kes rizgarkirin, lê ji yên din heta niha ti agahî nehatiye wergirtin."

    Li gorî pêşbîniyan di keştiya ku binav bû de derdora 100-150 rêwî hebû û derheqê binavbûna keştiyê de ti daxuyaniya nehat dayîn.

    Hat ragihandin ku di keştiya binavbûyî de zêdetir bazirganên ku ji Nîjerê dihatin hebûn.

    Bi heman mijarî:

    IOM: Bota ku 126 koçber têde bûn binav bû
    Keştiya ji Rûsyayê diçû Tirkiyeyê binav bû
    Li Lîbyayê bota penaberan binav bû: 100 kes windayî ne
    Dîsa bota koçberan binav bû: 145 koçber winda ne
    Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
    Etîketan:
    Li Nîjeryayê keştiya bazirganan binav bû, Ajansa Rewşa Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê (NEMA), Suleyman Muhammed, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de