06:41 20 Mijdar 2017
Zindî
    Moşek

    Koreya Bakur moşekeke din bi ser Japonyayê ve pekand

    © REUTERS/ farsnews.com
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 25 0 0

    Koreya Bakur di nava 3 hefteyan de ev cara duyemîn e ku Japonyayê dike hedef. Moşeka ku ji nêzî Pyongyangê hate pekandin di qada hewayî ya Japonyayê re derbas bû û li Umana Pasîfîkê ket.

    Li gorî ajansan hetanî niha ti moşekeke Koreya Bakur ku wekî vê carê li hewayê nema. Piştî pekandinê Japonyayê gel vexwende stargehan. Koreya Bakur piştî biryara mueyîde ya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî û îdîaya amadehiyên ceribandinê moşekeke din ber bi Japonyayê ve ceriband.

    ​Serokê Dewleta Japonyayê Yoşihide Suga di daxuyaniya xwe de ragihand ku moşeka bi menzîla navîn ji ser girava Hokkaido re derbas bû û li Umana Pasîfîkê ket.

    ​Herwiha Sererkaniya Giştî ya Koreya Başûr jî di axaftina xwe de got: "Moşeka ku ji nêzîkî Pyongyangê hate pekandin 3 hezar û 700 kîlometro dûrahî, 770 kîlometro bilindahî rabû û zêdetirî 20 deqiqeyan li hewayê ma. Li gorî ajansa APê moşeka dawî di nava hemû moşekan de ya herî dirêj e ku li hewayê maye.

    Bi heman mijarî:

    Meksîkayê balyozê Koreya Bakur ji welatê xwe qewirand
    NATO: Divê bersiva Koreya Bakur bê dayîn
    Rûsya di derbarê firotona petrolê bo Koreya Bakur de daxuyanî da
    Abe: Japonya û Rûsya dikarin polîtîkaya Koreya Bakur biguherînin
    Li Koreya Bakur bi destê însanan erdhejeke dijwar çêbû!
    Etîketan:
    Koreya Bakur moşeka balîstîk ceriband, Japonya, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de