01:27 20 Îlon 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Serdozger ji bo referandumê 712 şaredar bi hepsê tehdîd kirin

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 62 0 0

    Serdozgeriya Îspanyayê 712 serokê şaredarên katalanî ku di referanduma serxwebûnê de dengê erê bi kar anîbûn bi hepse tehdîd kir.

    Parlamentoya Katalonyayê ji bo referanduma serxwebûna Katalonyayê di 1ê Cotmehê de were lidarxistin biryar dabû. Herwiha ji 948 şaredarên Katalonyayê 712 jê piştgiriya referandumê kiribûn. Guvaşa Îspanyayê li ser Katalonyayê dewam dike.

    Serokê Şaredariya L'Espluga de Francoliyê David Rovira di axaftina xwe de got: "Dikarin me bidin girtin. Ew dîn bûne. Hikûmeta navendî ji bo ku katalanan bide sekinandin heta niha ti pêşniyar nekiriye."

    Biryara referanduma serxwebûnê ku Parlamentoya Katalonyayê dabû ji aliyê hikûmeta navendî ve derqanûnî hatibû îlankirin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê'
    Etîketan:
    Hikûmeta Îspanyayê şaredaran tehdîd dike, David Rovira, Îspanya, Katalonya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de