06:58 20 Mijdar 2017
Zindî
    Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyê (KENY)

    Piştî 9 salan yekemîn car e ku li KENYê lihevhatinek çêdibe

    © REUTERS/ Mike Segar
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Piştî 9 salan yekemîn car e ku li Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî lihevhatğinek çêdibe. KENYê ji bo Arakanê bangî rêvebiriya Myanmarê kir ku dawiyê li tund û tujiyê bîne.

    KENY ji bo şîdeta li ser misilmanên arakanî yên li Myanmarê biaxive bi rûnişta ji çapemeniyê re girtî civiya. Nûnerê Daîmî yê Etiyopyayê li Neteweyên Yekbûyî ku di heman demê de serokatiya demkî ya meha îlonê dimeşîne Tekeda Alemu di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de got: "KENYê ji ber bikaranîna tund û tujiya li hember sivîlan bi endîşe ye û şîdetê şermezar dike. Daxwaza konseyê ji Myanmarê bila tundî bi dawî bibe û sivîl werin parastin."

    Tekeda Alemu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em gelekî kêfxweş in ku Bangladeşê deriyên xwe yên sînor ji arakaniyan re vekirin. Ji bo karên însanî û gihandina alîkariyê divê hikûmeta Myanmarê piştgiriya sazî û dezgehên Neteweyên Yekbûyî bike."

    Nûnerê Daîmî yê Îngîltereyê li Neteweyên Yekbûyî Matthew Rycroft di axaftina xwe de ragihand ku piştî 9 salan ev yekemîn car e ku KENY di mijara Myanmarê de helwesteke hevpar nîşan da.

     

     

    Bi heman mijarî:

    KENY îro bi rewşa lezgîn dicive
    KENY piştî ceribandina moşeka Koreya Bakur bi lezgîn kom dibe
    Ji KENY bo Koreya Bakur hişyariya mueyîdeyan
    KENY, piştî ceribandina moşeka Koreya Bakur bi rewşa awarte dicive
    KENY piştî êrîşa DYAyê bi awayekî awarteyî civiya
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Netewên Yekbûyî (KENY), Tekeda Alemu, Arakan, Myanmar
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de