06:57 20 Mijdar 2017
Zindî
    Benyamîn Netanyahu

    Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu li Arjantinê ji bo Kurdistanê bangî cihanê kir

    © REUTERS/ Amir Cohen
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17040

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Arjantînê de ragihand ku ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa ye.

    Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdaxa xwe ya Arjantîna Amerîkaya Latîn de got: "Îsraîl li dijî terorîzmê ye, lê ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa dibîne."

    Benjamîn Netenyahû di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Îsraîl li dijî PKKê ye û berovajiyê Tirkiyeyê ku piştgirî dide rêxistina terorîstî ya Hamasê, PKKê weke rêxistineke terorîst dibîne."

    Wek tê zanîn çend roj beriya niha li Amerîkayê di civînekê de Cîgirê Sererkanê Îsraîlê Yaîr Golan gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e. Golan gotibû: "Dibe ne bi dilê we be, lê ez nêrîna xwe dibêjim PKK ne terorîst e. Eger hûn kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê bînin cemhev ev nabe hizreke xirab û nabe çirav."

    Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayeled Şaked jî gotibû: "Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê dike."

    Bi heman mijarî:

    Lavrov bersiv da Netanyahu Îran bo êrişê Îsraîlê bike amadehî dike
    Netanyahu: Divê em piştgiriya serxwebûna Kurdistanê bikin
    Serokwezîr Netanyahu: Ez ê wan ji Îsraîlê biqewirînim
    Netanyahu behsa kurdan kir û got: Erdogan kesê herî dawî ye ku şîretan li Îsraîlê bike
    Trump û Netanyahu civîyan: 'Divê êdî şer bidawî bibe'
    Etîketan:
    Ragihandina serxwebûna Kurdistanê, Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamîn Netanyahu, Arjantîn, Îsraîl
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de