20:11 14 Kanûn 2017
Zindî
    Darizandin, dadgeh, girtin

    Dadgeha Bingehîn biryara referanduma serxwebûnê rawestand

    © Fotolia/ Andrey Burmakin
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 01

    Dadgeha Bingehîn îtîraza hikûmeta Îspanyayê qebûl kir û biryara referanduma serxwebûna Katalonyayê ya 1ê Cotmehê rawestand.

    Parlamentoya Rêvebiriya Xweser a Katalonyayê duhî ji bo ku di 1ê Cotmehê de referanduma serxwebûnê lidar bixe biryar dabû. Dadgeha Bingehîn îtîraza hikûmeta Îspanyayê qebûl kir û biryara referanduma serxwebûna Katalonyayê ya 1ê Cotmehê rawestand.

    Piştî civîna Lijneya Wezîran a hikûmeta Îspanyayê, Serokwezîr Mariano Rajoy ji bo îtîraza biryara referanduma serxwebûna Katalonyayê li Dadgeha Bingehîn were kirin parêzerek erkdar kiribû û piştî serlêdana parêzer dadgehê îtîraza rawestandina referandumê qebûl kir.

    ​Bi vê biryarê hem Qanûna Referandumê û hem jî biryara lidarxistina referanduma serxwebûna Katalonyayê bi awayekî otomatik ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Îspanyayê ve hat rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    ‘Katalonya serxwebûna xwe îlan dike'
    KATALONYA - Serokê serxwebûnxwaz sonda Spanyayê nexwend
    Katalonya 10 nûnertiyên din vedike
    Spanyayê astengî li beriya referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê derxist
    Ji Parlamentoya Katalonyayê biryara ‘referanduma serxwebûnê'
    Etîketan:
    Biryara referanduma serxwebûna Katalonyayê, Serokwezîrê Îspanyayê, Mariano Rajoy, katalonya, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de