14:32 26 Gulan 2018
Serokên Lutkeya 9. a BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) ku li bajarê Şiamin ê eyaleta Fucien a başûrê Çînê civiya bûn, encamnameyek weşandin.

Serokên BRICSê ceribandina bombeya hidrojenê şermezar kirin

© Sputnik / Grigory Sysoyev/POOL
Cîhan
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Lutkeya 9. a BRICS (Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr) ku li bajarê Şiamin ê eyaleta Fucien a başûrê Çînê civiya bûn, encamnameyek weşandin.

Di encamnameya hevbeş a piştî lutkeyê de, Serokên BRICSê cih dan babetên rizgarkirina Mûsilê, Koreya Bakur, bernameyên nukleerî yên Îranê, krîza Sûriyê, rageşiya navbera Îsraîl-Filîstînê, têkoşîna dijî terorê û gendeliyê.

Encamname ji aliyê Serokê Dewleta Brezîlyayê Michel Temer, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, Serokê Dewleta Çînê Şi Cinping û Serokê Dewleta Afrîkaya Başûr Jacob Zuma ve hat pejirandin û îmzekirin.

Leşkerên Koreya Bakur
© AP Photo / Wong Maye-E
Di encamnameyê de, ceribandina bombeya hidrojenê ya ji aliyê Koreya Bakur ve bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin, ew ji domdariya rageşiya nîvgirava Koreyê metirsîdar in û çareseriya kêşeyê di dîyalogê de dibînin.

DI ENCAMNAMEYA LUTKEYA BRICSÊ DE PEYAMA YEKBÛNA IRAQÊ

Di daxuyaniya encamnameyê de herwiha ji ber rizgarkirina bajarê Mûsilê pîrozî li hikûmeta Iraqê hat kirin.

Ji bo krîza Sûriyê jî piştgirî li proseya Astanayê û Cenevê hat kirin.

Herwiha bêyî behsa referandûma Herêma Kurdistanê bê kirin, di daxuyaniyê de hat gotin ku ew piştgiriyê didin yekbûna erda Iraqê.

 

Bi heman mijarî:

Ji ber kuştina kolberên Kurd xelkê bi ser qaymeqamtiyê de girt
Trump: Em amade ne çekên nukleer bikar bînin
Koreya Başûr hişyariyeke din da
Li Nisêbînê herêma ewlekariyê hat ragihandin
Pûtîn: Aboriya Rûsyayê ji nû ve pêş dikeve
Parlamentariya Leyla Zana û 4 kesên din ketiye xeterê
NY piştî bangên lezgîn îro dicive
Li çar taxên Licê qedexe hat ragihandin
‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
Etîketan:
Afrîkaya Başûr, Brezîlya, Hindistan, Çîn, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de