09:05 22 Gulan 2018
    Lijneya Ewlekariyê ya NYyê

    NY piştî bangên lezgîn îro dicive

    © AP Photo / Frank Franklin II
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) li ser bangên civîna lezgîn bo helwest nîşandana ceribandina moşekên balîstîk û bombeya hidrojenê ya Koreya Bakur îro dicive.

    Welatên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Japonya, Fransa, Brîtanya û Koreya Başûr doh piştî ceribandinên moşekên balîstîk û bombeya hidrojenê ji aliyê Koreya Bakur ve bi tundî bertek nîşan dan û banga civîna lezgîn ji KENYê kirin.

    Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li NYyê Nikki Haley li ser mijarê ragihand, dê îro 4ê Îlonê civîna li ser babeta helwest nîşandana bo Koreya Bakur were lidarxistin.

    Haley di civîna KENYê ya çend roj berê de jî bertek ji ceribandina moşekên balîstîk re nîşan dabû û gotibû, pêwîst e derhal ew ceribandin bidawî werin, ji ber ku ne tenê ji bo herêmekê ji bo hemû welatên dinyayê gef e.

    Wezareta Derve ya Rûsyayê jî doh 3yê Îlonê bi daxuyaniyekê ceribandina bombeya hidrojenê bi tundî şermezar kiribû û xwestibû, li ser nexşerêya Rûsya-Çînê û bi rêya dîyalogê çareserî were dîtin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li çar taxên Licê qedexe hat ragihandin
    ‘Me çawa Kurdistan parastiye emê sînorê dewleta wê jî biparêzin’
    Referandûm ji sedî 90 amade ye: Buroyên Mûsil, Kerkûk û Xaneqînê vedibin
    Koreya Başûr banga civîna lezgîn kir
    'Di operasyona Telaferê de 115 leşkeran jiyana xwe ji dest da'
    Rûsyayê li ser girtina nûnertiyên li Amerîkayê daxuyanî da: Dagirkerî ye!
    Li Amerîkayê 3 nûnertiyên dîplomatîk ên Rûsyayê hatin valakirin
    Etîketan:
    Cîhan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de