16:52 19 Hezîran 2018
Koreya Bakur - Erdheje - Bombeya Hidrojenê - Çekên Nukleerî - Moşekên Balîstîk

Sedema erdhejê diyar bû: Bombeya hidrojenê hat ceribandin

© REUTERS / Toru Hanai
Cîhan
Lînkê kurt
0 01

Piştî nûçeyên rûdana erdhejeke dijwar a bi pileya 6.3 li Koreya Bakur, hat ragihandin ku rêveberiya Koreya Bakur bombeyeke hidrojenê ya nû hatiye pêşxistin ceribandiye.

Dinya îro 3yê Îlonê bi nûçeyên ceribandina moşekên balîstîk û erdhejeke ku guman heye sedema wê ceribandinên nukleerî ye şiyar bû.

Piştî nûçeyên erdheja Koreya Bakur û ceribandina moşekên balîstîk, Ajansa Nûçeyan a Koreya Bakur (KCNA) ragihand ku bombeyeke nû ya hidrojenê bi serkeftî hatiye ceribandin.

​Li gor nûçeyê, bombeya nû hatiye piçûkkirin û dikare li ser serikên moşekên balîstîk jî were montekirin.

KCNAyê herwiha da xuyakirin, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un jî serdana Enstîtuya Çekên Nukleerî kiriye û bombeya hidrojenê ya navborî kontrol kiriye.

 

Bi heman mijarî:

Piştî 288 rojan bi selametî vegeriya dinyayê
Barzanî serkeftina Iraqê pîroz kir
Li Koreya Bakur bi destê însanan erdhejeke dijwar çêbû!
Li Bexdayê êrişa xwekujî: 7 mirî 8 jî birîndar
‘Kî di derbarê Bexdadî de agahiyan bide me em ê pere bidin
Wezareta Derve ya Rûsyayê bangî maslahatguzarê Amerîka yê li Moskowê kiriye
Etîketan:
Koreya Bakûr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de