14:53 19 Nîsan 2018
    Artêşa Yemenê

    Di nimêja cejnê de li hemberî leşkeran êrişa xwekujî: 7 kuştî û 11 birîndar

    © AFP 2018 / FAYEZ NURELDINE
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku li navçeya Sarvah a bajarê Marîba Yemenê di dema nimêja cejnê de li hemberî leşkeran êrişa xwekujî pêk hat. Di êrişê de 7 leşker hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên leşkeri hatine wergirtin, li navçeya Sarvah a bajarê Marîba Yemenê di nimêja cejnê de bi êrişeke xwekujî leşkerên husî hedef hatin girtin. Di encama êrişa xwekujî de 7 leşkerên hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

    Hêzên husî ji bo parastina Sanayê navçeya Sarvahê xeteke girîng dibînin û li derdorê gelek herêm di kontrola xwe de digrin.

    Husiyan li Yemenê derbe li rêvebiriya meşru kiribûn û ji Îlona 2014an ve di serî de paytext Sana û derdora wê di kontrola xwe de digrin. Hêzên koalîsyonê ku

    Erebîstana Siûdî pêşengiya wan dike ji Adara 2015an ve li hemberî husiyan piştgiriya hikûmeta meşru ya Yemenê dike.

    Bi heman mijarî:

    Li Yemenê êrişa bombeyi: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
    Hejmara miriyên kolerayê li Yemenê gihîşt hezar û 847 kesan
    Li Yemenê leşkerekî Siûdî hat kuştin
    Generalê Yemenê: Şerê di navbera welatên ereban de bi kêrê Amerîkayê tê
    Li Yemenê hejmara mirîyên kolerayê gihîşt 859 kesan
    Etîketan:
    Çekdarên husî, Artêşa Yemenê, Sana, Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de