02:28 20 Nîsan 2018
    FARC

    Navê partiya siyasî ya rêxistina FARCê diyar bû

    © REUTERS / JAIME SALDARRIAGA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Navê partiya rêxistina FARCê ku li Kolombiyayê çek danî û tevlî siyasete kir, eşkere bû. Rêxistinê dîsa bi navê FARCê partiyeke siyasî ava kir.

    Piştî ku FARCê li Kolombiyayê ji bo reforma axê 52 salan tekoşîna çekdarî meşand, bi biryareke dîrokî çek danî û bi hêzên hikûmeta Kolombiyayê re peymaneke aştî kir. Hêzên Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) li gorî peymanê partiyeke siyasî ava kir.

    Li gorî nûçeya BBC Tirkî, FARC wê hebûna xwe ya siyasî bi navê partiya Hêza Şoreşgera Alternatîf ji bo Gel (Fuerza Alternativa Revolucionaria del Comun) bidomîne.

    Di kongreya FARCê ya ku ji roja duşema borî ve dewam dike de remza partiya nû jî diyar bû. Logoya Partiyê li ser zemînekî spî ji wêneyê fîlekê pêk tê. Kongreya FARCê îro bi dawî dibe.

    Bi heman mijarî:

    Lîsteya maldariya FARCê hat eşkerekirin
    FARCê hemû çekên xwe radestî NYê kir
    FARCê 140 çekên xwe radestî NYyê kir
    Dewleta Kolombiyayê ji bo endamên FARCê efû derxist
    Ji FARCê ji bo pêvajoya siyasî gaveke girîng
    Etîketan:
    FARC (Hêza Çekdarên Şoreşger ên Kolombiyayê), Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de