15:10 21 Çile 2018
Zindî
    DAIŞ

    ‘Em çevdêriya veguhestina milîtanên DAIŞê dikin'

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî Ryan Dillon ragihand, pêşbînî tê kirin ku pênc hezar milîtanên DAIŞê li Hewîce, Qayîm, Rawe, derdorên Tilaferê û li çend cihên din ên Iraqê mabin. Dillon li ser peymana di navbera DAIŞê û Libnanê de eşkere kir ku çavdêriya vê mijarê dikin.

    Ryan Dillon beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û li ser kontrolkirina Tileferê û sedemên ku DAIŞê ji ber çi bergirî nekiriye de axivî û got: "Çendîn sedem hene. Yekem; hemahengiya baş û serkevtî ya navbera hêzên Iraqê. Duyem; xelkê sivîl ji navçeyê hatin derxistin û hatin rizgarkirin. Sêyem; Tilafer qasî Mûsil û Reqayê ji bo DAIŞê giring nîne."

    Di derbarê pêşketinên li Tilaferê de jî Ryan Dillon diyar ki ku, "Nêzîkî hezar kîlometre çargoşe hate kontrolkirin. Ev ji bo vî şerî beşeke kêm e. Lê li gor me serkevtin di rê de ye û DAIŞ li her derê bi temamî tê têkbirin."

    Li ser pirsa "Gelo ji ber çi operasyona Hewîceyê tê paşxistin?" Berdevkê Hevpeymaniya dijî DAIŞê wiha bersiv da: "Pêwîst e ev pirs ji hêzên Iraqê were pirsîn. Piştgiriya hêzên hevpeymanan ji bo hêzên Iraqê her dem heye û em di êrişên esmanî de berdewam in. Li her cihên ku hêzên iraqî bi DAIŞê re rûbirû bimîne, em piştgirî didin."

    Weke din li ser agirbesta di navbera Artêşa Sûriyê, Hîzbullahê Libnanê û milîtanên DAIŞê de ya li devera Qelemûnê, Ryan Dillon ragihand: "Hevpeymaniya Navdewletî ne beşdarî peymanê dibe. Armanca me ya sereke ew e ku DAIŞ li Iraq û Sûriyê were têkbirin. Em çavdêriya vê rewşê dikin. Eger em li Iraq û Sûriyê milîtanên DAIŞê bibînin, êrişên esmanî pêk tînin. Em her dem çavdêriya wan otobusên ku milîtanên DAIŞê vediguhezînin dikin."

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ çekên giran dişîne herêma Deyr ez-Zorê
    ‘Amerîkayê îstîxbarat da Tirkiyeyê, DAIŞ di cejnê de wê êriş bike'
    ‘DAIŞ li Çiyayê Hemrîn amadehiya şerê gerîlayî dike'
    8 kes û komên girêdayî DAIŞ û El Qaîdeyê ketin lîsteya toleyên NYyê
    DAIŞ bû 2 perçe û yek ji wan li bajarê Telaferê serxwebûna xwe ragihand
    YPG: DAIŞ li Reqayê sivîlan bi kar tîne
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de