04:21 21 Îlon 2017
Zindî
    FARC guerilla

    Lîsteya maldariya FARCê hat eşkerekirin

    © Foto: Oleg Yasinsky
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Lîsteya maldariya Rêxistina Hêzên Çekdarên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) ku piştî çekdanînê ji Neteweyên Yekbûyî re pêşkeş kiribû, bi raya giştî re hat parvekirin.

    Li gor lîsteya ku rêveberê FARCê Pastos Alape roja 15ê Tebaxê pêşkeşî NYyê kiriye, maldariya FARCê bêhtirî 320 milyon dolaran e.

    Pastos Alape da xuyakirin, lîsteya maldariyê ku dê ji bo mexdûrên pevçûnan were terxankirin bi hûrbînî hatiye amadekirin.

    Alape neçarîya tomarkirina maldariya FARCê ku zêdetirî sed salî şer berdewam kiribû bi bîr xist û got, niha mal û milkên FARCê li derveyî Kolombiyayê tune ye.

    Alape herwiha diyar kir, Serdozgerê Kolombî Martinez, bi qebûl nekirina maldariya FARCê re dixwaze "Aştiyê têk bibe" û da zanîn, wan biryar daye mal û milkên di lîsteya hikûmetê de cî digirin jî qebûl bikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Nêçîrvan Barzanî: Em bi we nêzîkî xewna serxwebûnê dibin
    CNN: 2 ajanên ku dikirin diziya planên moşekan bikin hatin desteserkirin
    Kampanyaya ‘Em Twitter a Kurdî dixwazin’ ket rojeva Twitterê
    ‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike’
    Generalê Rûsî: Yekîneyên me li Sûriyê operasyoneke bêmînak pêkanîn
    Bi KHKya nû cezayê 2 salan dibe 5 sal
    Etîketan:
    Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de