08:40 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Afganistan

    Rêxistina Talîbanê kontrola bajarê Zinexanê bi dest xist

    © AP Photo/ Rahmat Gul
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 44 0 0

    Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina Talîbanê kontrola bajarê bi ser parêzgeha Xeznî yê Afganistanê bi dest xistin.

    Li gorî daxuyaniya endamê meclisa parêzgeha Xeznî yê Afganistanê, milîtanên rêxistina Talîbanê şeva borî êrîşek berfireh dane destpê kirin û berê sibehê kontrola bajarê Zinexanê bi dest xistine û di şer û pevçûnan de 8 endamên hêzên ewlehiyê hatine kuştin.

    Ji aliyê din ve berdevkê rêxistina Talîbanê Zabullah Mucahîd jî nûçeya ku bajarê Zinexanê bi dest xistine serast kir.

    Talîbanê çend roj berê bajarê Xumaba ser bi parêzgeha Cuzcan ê jî kontrol kiribû, lê hêzên ewlehî yên Afganistanê careke din kontrola bajêr bi dest xistin.

    Bi heman mijarî:

    Talîban êrişî qereqolekê kir: 16 polêsî jiyana xwe ji dest da
    Talîban û DAIŞê li dijî hev şer îlan kirin
    Afxanistan: Bajarê Kûndûzê ji Talîban hate paqijkirin
    Talîban li Afxanîstanê êrişî cerdevanan kir: 27 kes mirin
    Talîban li pey kuştina polês û leşkerên Afxanan e
    Etîketan:
    Rêxistina Talîbanê, Zabiullah Mucahid, Xeznî, Afganistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de