17:24 19 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa leşkerî

    Di operasyona artêşê de 4 leşker hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn

    © REUTERS/ Erik De Castro
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 49 0 0

    Berdevkê artêşa Libnanê Elî Kansu di axaftina xwe ya li avahiya Wezareta Parastin a Libnanê de ragihand ku artêşê ji sedî 80 herêma ku DAIŞ têde bû kontrola wê bi dest xist.

    Elî Kansu di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Di roja çaremîn a operasyonên dijî DAIŞê de ji sedî 80 herêma ku di bin kontrola rêxistinê de bû hat bi destxistin, ev jî teqabûlî qadeke 100 kîlometroyî dike. Terorîstên DAIŞî di qadeke 20 kîlometroyî de hatine dorpêçkirin."

    4 LEŞKER HATIN KUŞTIN Û 14 BIRÎNDAR IN

    Herwiha artêşê jî li ser malpera xwe ya fermî ya înternetê ragihand ku leşkerên pispor li qada kontrolkirî paqijiya teqemenî û mayînan dike.

    Artêşa Libnanê di 19ê Tebaxê de li herêma Ras Baalbek, El Fakiha û El Kaayê li hemberî milîtanên rêxistina terorîst operasyoneke leşkerî dabûne destpêkirin. Heta niha 4 leşkerên artêşe hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Welatê bêhempa: Libnan
    Krîza Sûriyeyê dewam bike dê Urdun û Libnan jî perçe bibin
    Libnan: 'Em dê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin'
    Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
    Etîketan:
    DAIŞ, Artêşa Libnanê, Elî Kansu, Libnan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de