09:20 22 Îlon 2017
Zindî
    penaber-zarok-alîkariya mirovî

    83 zarok wekî xwekuj hatin bikaranîn

    © Sputnik/ Maxim Blinov
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 10 0 0

    Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku endamên Boko Haramê li bakurê rojhilatê Nîjeryayê zarok wekî xwekuj bi kar tîne û di demên dawî de hejmara van zarokan pir zêde bûye.

    Li gorî daxuyaniya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di sala 2017an de 83 zarok wekî xwekuj hatin bikaranîn. Ev reqem li gorî sala 2016an tam duqat e. Ji sedî 55ê bûyerên xwekujî bi qîzên 15 salî û biçûktir pêk hatin.

    UNICEFê ev teqtîqa Boko Haramê bi hovane bi nav kir, zarokên xwekuj ne wekî fail wek mexdur bi nav kirin.

    Neteweyên Yekbûyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ji sala 2014an û heta niha 127 zarokên wekî xwekuj hatin bikaranîn.

    Rêxistina cihadîst a Boko Haram demek berê bi ser dibistanekê ve girtibû, qîzên xwendevan revandibûn û kur jî ji bo leşkeriyê bi xwe re biribûn.

    Bi heman mijarî:

    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Li Nijeryayê 7 hezar kes ji şerê Boko Haramê reviyan
    NY: Bi milyonan kes ji ber Boko Haramê li ber metirsiya xelayê ne
    Etîketan:
    Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Boko Haram, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de