21:53 25 Îlon 2017
Zindî
    Leşkerên Amerîkayê

    Talîbanê bersiv da Trump: Afganistan wê ji Amerîka re bibe goristan

    © AFP 2017/ Romeo Gacad
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 65 0 0

    Berdevkê rêxistina Talîbanê Zabiullah Mucahid ji ber axaftinên wî Serokê Amerîka Donald Trump şermezar kir û ragihand ku ev der ji Amerîka re wê bibe goristan.

    ABD Başkanı Donald Trump, Polonya'da
    © REUTERS/ Kacper Pempel
    Serokê Amerîka Donald Trump di axaftina xwe ya li baregeha leşkerî ya li Virginiayê de gotibû ‘derketina artêşa me ji Afganistanê nayê qebûlkirin û em ê tekoşîna dewam bikin.'

    Zabiullah Mucahid axaftina Trump a şandina hêzên nû bo Afganistanê bi tundî şermezar kir û got: "Bila Amerîka biryara şandina yekîneyên leşkerî bo herêmê dîsa ji çav derbas bike. Zêdekirina leşkeran li Afganistanê ji bo Amerîkayê ne stratejiyeke rast e. Talîban wê bi moralekî bilind cihada xwe bidomîne."

    Trump di axaftina xwe ya duhî de mijara şerê 16 salan ê Afganistanê nirxandibû û gotibû ‘em ê hêzên nû bişînin Afganistanê' lê reqem diyar nekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Talîbanê êrişî milîsên ku CIA piştgiriya wan dike, kir: 13 mirî
    Ajansa Îstîxbarata Amerîkayê: Delîlên ku Rûsya piştgiriya çekan daye Talîbanê tine ne
    Li Pakistanê 4 milîtanê Talîbanê hatin îdam kirin
    Parlamenterê afxanî: ‘Amerîka DAIŞê ji dorpêçiya Talîbanê xilas kir'
    Li Afganistanê di navbera DAIŞ û Talîbanê şer: 91 kuştî
    Etîketan:
    Serokê Amerîkayê, Rêxistina Talîbanê, Donald Trump, Zabiullah Mucahid, Afganistan, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de