00:47 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Barcelona

    5 kesên ku amadehiya êrişa terorî dikirin hatin kuştin

    © REUTERS/ Sergio Perez
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 37 0 0

    Piştî êrişa Barcelonayê ku 13 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 100 kesî jî birîndar bû, li bajarê Cambrilsê 5 kesên ku amadehiyên êrişa terorî dikirin hatin kuştin.

    Li gorî nûçeya Reutersê ku dispêrê çavkaniyên polîsê Katalanê, li Barcelonayê kesekî ku dixwest bi tupê xazê êrişê bike hat kuştin.

    ​Herwiha Midûriyeta Ewlehî ya Katalonyayê jî di daxuyaniya xwe pêşî de ragihandibû ku 4 êrişkar hatine kuştin û yek bi birîndarî hatiye desteserkirin, lê li gorî daxuyaniya dawî êrişkarê birîndar jî miriye.

    Êrişkarên Cambrilsê di seetên pêşî yên roja înê de bi wesayîta Audi A3 bi ser grûbekê ve şikandiye û paşî di pevçûna ligel polîsan de hatiye kuştin. Li gorî nûçeya BBC Tirkî di êrişê de yek jê polîs 7 kes birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Ji ber şerê Barcelona û Real Madrîdê li Hewlêrê 131 kes hatin desteserkirin
    Li Hewlêrê alîgirên Barcelona û Real Madridê pevçûn: 9 kes birîndar bûn
    PSGê Barcelona destvala vegerand mala xwe
    Barcelona, Qûpaya Super ya Spanyayê qezenc kir
    Etîketan:
    Li Barcelonayê 5 kesên din hatin kuştin, Midûriyeta Ewlehî ya Katalonyayê, Barcelona, Îspanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de