23:04 20 Îlon 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zindan

    Li girtîgehê di navbera mehkûm û gardiyanan de şer: 37 kuştî û 14 birîndar

    © Sputnik/ Ivan Rudnev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 8301

    Hat ragihandin ku li girtîgeheke başûrê Venezuelayê di navbera mehkûm û hêzên ewlehî de şer derket. Di şer de 37 mehk3um hatin kuştin û 14 hêzên ewlehî jî birindar bûn.

    Waliyê eyaleta Amazonasê Liborio Guarulla di daxuyaniya çapemenî de got: "Çend hefte bû ev girtîgeh di kontrola mehkûman de bû. Hêzên ewlehî ji bo ku kontrole bi dest bixin li girtîgehê operasyon li dar xistin."

    Liborio Guarulla di berdewamiya axafitna xwe de got: "Li girtîgehê di navbera mehkûm û hêzên ewlehî de pevçûn derket û di pevçûnê de 37 mehkûm hatin kuştin. Li girtîgeha bajarê Puerto Ayacucho 110 mehkûmên ku li benda darezayê bûn hebûn." Guarulla derheqê kuştî û birîndaran de ku çend jê hêzên ewlehî ne agahî nedan.

    Lê serdozgeriyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku 14 hêzên ewlehî di operasyonê de birîndar bûne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    37 kuştî û 14 birîndar, Li girtîgehê şer, Waliyê eyaleta Amazonasê, Liborio Guarulla, Amazonas, Venezuela
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de