14:47 22 Îlon 2017
Zindî
    ambulans-ambûlans

    Kesên çekdar êrişî nexweşxaneya Rooseveltê kirin: 7 kuştî û 12 birîndar

    © Sputnik/ Стрингер
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 51 0 0

    Kesên çekdar li Guatemalayê ketin nava nexweşxaneyekê û bi awayê rasthatî gule reşandin. Di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dests da.

    Dîrektorê Nexweşxaneya Roosevelt a Guatemalayê Carlos Soto di axaftina xwe de ragihand ku êrişkar berê sibehê bi ser nexweşxaneyê de girtin û bi awayê rasthatî gule reşandin, di êrişê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Cîgirê Dîrektorê Nexweşxaneyê Marco Antonio Barrientos jî di axaftina xwe de got: "Di êrişê de yek jê zarok 12 kes jî birîndar bûn. Rewşa zarokê birîndar giran e. Berê çend êrişên wiha li hemberî nexweşxaneyên pêk hatibûn û me ji hikûmetê daxwaz kiribû ku bergiriyên ewlehî bigre."

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, sedema êrişa nexweşxaneyê ev e ku êrişkaran armanc kiribû serokê çeteyan ku ji girtîgehê biribûn nexweşxaneyê Anderson Daniel Cabrera Cifuentes rizgar bikin, lê bi ser neketin.

    Bi heman mijarî:

    Li Guatemalayê şewata sêwîxaneyê: 19 zarok mirin
    Li hemberî hêza aştî êrişa çekdarî: 7 leşker hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn
    Li bazarê êrişa xwekujî: 27 kuştî û 83 birîndar
    Li Yemenê êrişa bombeyi: 9 kes jiyana xwe ji dest dan
    Li dijî kerwana NATOyê êrişa xwekujî pêk hat
    Pentagon: Di êrişa xwekujî de 2 leşkerên me hatin kuştin
    Li hemberî wesayîta polîsan êrişa çekdarî: 2 kuştî û 3 birîndar
    Etîketan:
    Di êrişê de 7 kes hatin kuştin û 12 kes jî birîndar bûn, Dîrektorê Nexweşxaneya Roosevelt a Guatemalayê, Marco Antonio, Carlos Soto, Guatemala
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de