07:54 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Komên çekdar

    Grûbên çekdar bi hev ketin: 24 kuştî û 30 birîndar

    © REUTERS/ Mohamad Bayoush
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 134 0 0

    Li başûrê rojhilatê Sudanê li eyaleta Nîla Şîn di navbera du baskên Tevgera Rizgariya Gel a Sudanê de şer û pevçûn derket. Di pevçûnê de 24 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bû.

    Li başûrê rojhilatê Sudanê li eyaleta Nîla Şîn di navbera du baskên Tevgera Rizgariya Gel a Sudan-Rêxistina Bakur (SPLM-N) de şer û pevçûn derket. Li gorî zanyariyên berdest, di pevçûnê de herî kêm 24 milîtan hatin kuştin û 30 milîtan jî birîndar bû.

    Berdevkê baskê Ebdulazîz el-Hulu yê SPLM-Nyê Cuma el-Hadî Kuri di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku baskê din ê aîdî Malik Akkar li herêma Babusê malên hemwelatiyan şewitandin û di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

    Cuma el-Hadi Kur idi berdewamiya axaftina xwe de got: "Li ser vê bûyerê hêzên me gihîştin cihê bûyerê û di navbera me û wan de şer û pevçûn derket, di encama pevçûnan de 20 çekdarên wan hatin kuştin û 30 çekdar jî birîndar bûn û hêzên Akkar neçar bûn ku ji herêmê birevin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Çekdar bi hawanan êrişî qereqola cendirme ya Wanê kirin
    Li zozanê Şaho di navbera çekdar û leşkeran de pevçûn: 3 kuştî
    ‘Rageşîya li Idlibê ya navbera grubên çekdar ji bo hemû dinyayê gef e’
    Polîs û milîtanên çekdar bi hev ketin: 22 kuştî û 30 birîndar
    2 partiyên kurd ên çekdar biryara yekîtiyê dan
    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’
    Etîketan:
    Tevgera Rizgariya Gel a Sudan-Rêxistina Bakur (SPLM-N), Cuma el-Hadî Kuri, Nîla Şîn, Sudan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de