23:09 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Nîjerya

    Li bazarê êrişa xwekujî: 27 kuştî û 83 birîndar

    © AFP 2017/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 35 0 0

    Hat ragihandin ku li gundê Konduka yê Nîjeryayê di nava bazarê de êrişeke xwekujî pêk hat. Di êrişê de 27 sivîl hatin kuştin û 83 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî zanyariyên berdest, li bazara gundê Kondukaya Nîjeryayê ku herî zêde rêxistina Boko Haram fealiyetê dimeşîne êrişeke xwekujî pêk hat. Di êrişê de herî kêm 27 kesî jiyana xwe ji dest da û 83 kes jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî ya Nîjeryayê de cih girtine êrişa xwekujî ji aliyê jinekê ve pêk hat û jin nêzî rêxistina Boko Haramê bû.

    Derbarê êrişa xwekujî de tê pêşbînîkirin ku meqamên fermî daxuyaniyekê bidin.

    Bi heman mijarî:

    Boko Haram got dinya erda rast e û kete şopa mamosteyên erdnîgariyê!
    Li Nîjeryayê êrişa Boko Haram: '65 kuştî û 50 birîndar'
    5 çekdarên Boko Haram li Mûsilê hatin kuştin
    Li Nijeryayê 7 hezar kes ji şerê Boko Haramê reviyan
    NY: Bi milyonan kes ji ber Boko Haramê li ber metirsiya xelayê ne
    Etîketan:
    27 kuştî û 83 birîndar, Li bazarê teqîn, Nîjerya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de