05:45 23 Cotmeh 2017
Zindî
    Kolombiya - FARC barış anlaşması

    Kolombiya: Şer bidawî bû

    © REUTERS/ John Vizcaino
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Serokê Dewleta Kolombiyayê Juan Manuel Santos ragihand ku bêçekkirina Hêzên Çekdar ên Şoreşgerên Kolombiyayê (FARC) temam bûye û îlan kir ku şerê di navbera hêzên hikûmetê û FARCê de bidawî bûye.

    FARCê îro çeka xwe yê dawî bi merasîmeke danî.

    Santos, "Me bêhna şer ya dawî îro sehkir. Bi danîtina çeka dawî bi rastî şer bidawî bû û qonaxa nû di jiyana gelê me de dest pê kir."

    Di çerçoveya peymana di navbera FARCê û hikûmeta Kolombiyayê de, di 1ê Adarê de qonaxa çek danînê û milîtan li cihên ku hatin eşkere kirin, kom bibin dest pê kiribû.

    Di şerên li Kolombiyayê ku yek jê welatên Amerîkaya Latîn e ji sala 1964an ve nêzî 260 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 6 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.

    Bi heman mijarî:

    FARCê hemû çekên xwe radestî NYê kir
    FARCê 140 çekên xwe radestî NYyê kir
    Dewleta Kolombiyayê ji bo endamên FARCê efû derxist
    Ji FARCê ji bo pêvajoya siyasî gaveke girîng
    FARCê fermandarên ku peymana aştiyê qebûl nekiribûn îxraç kirin
    Hikumeta Kolombiyayê peymana bi FARCê re heta dawiya salê dirêj kir
    Etîketan:
    çek, şer, FARC, Juan Manuel Santos, Kolombiya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de