08:31 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Hezaz

    Li Sierra Leone hezaz pêk hat: Nêzî 200î kes can dan

    © REUTERS/ Kyodo
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 11 0 0

    Li welatê Sierra Leone ya li rojavayê Afrîqayê hezaz pêk hat û ji ber hezazê nêzî 200 kesan canê xwe ji dest dan.

    Ji ber hezaza li nêzî Fretownê paytexta Sierra Leone bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.

    Rayedarê Pizîşkê Dadî yê Nexweşxaneya Connaught Sinneh Kamara ji medyaya wî welatî re diyar kir ku ji ber lehî û herikîna erdê nêzî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

    ​Kamara aşkere kir, ku ji bo termên qurbaniyan morga nexweşxaneyê têr nekiriye û ji ber vê yekê bangewaziya alîkariyê kir.

    Cîgirê Serok Victor Foh jî ragihand ku bûyer li bajaroka Regent li herêma çiyayî pêk hatiye û dibe di bin herikînê de bi sedan kes mabin û canê xwe ji dest dabin.

    Bi heman mijarî:

    Li kanayê hezaz: 15 kanavan mirin û 11 jî winda ne
    Li Çînê hezaz çêbû: 141 kes dibin axê de ne
    Li Bangladeşê hezaz: Herî kêm 61 kesan can da
    Li Kolombiyayê hezaz: 17 mirî
    Hezaz li Kolombiyayê: 112 mirî
    Etîketan:
    herikîn, erd, mirî, Sierra Leone
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de