13:00 21 Tebax 2017
Zindî
    Elî Zeydan

    Serokwezîrê berê ji otele hat revandin

    © AFP 2017/ MAHMUD TURKIA
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Serokwezîrê Libyayê yê berê Elî Zeydan li Trablusê ji otelê ji aliyê kesên çekdar ve hat revandin.

    Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) li Trablusê kesên çekdar bi ser Otela Eş-Şark de girtin û Elî Zeydan birin cihekî ne diyar.

    Nasnameya êrişkaran hê nehatiye zelalkirin û nayê zanîn bê êrişkar bi kîjan grûbê ve girêdayîne û sebeba revandina Zeydan çi ye. Heta niha ti rêxistinê revandina Zeydan negirtiye ser xwe.

    EV REVANDIN NE CARA YEKEM E

    Eli Zeydan di sala 2013an de dema serokwezîrtî dikir jî ji aliyê milîsên çekdar ên girêdayî Yekîtiya Operasyonên Şoreşger ên Libyayê hatibû revandin û piştî çend seetan serbest hatibû berdan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Caferî: ‘Sûriya dê nebe Libya û Iraqek nû'
    Libya li dîjî terorê bangî alîkariya Rûsyayê kir
    Bajarê Bingazî yê Libyayê bi temamî hat paqijkirin
    Pûtîn: Ji bo aştiya Libyayê bi hêvî me, em amade ne piştgiriyê bikin
    Li Libyayê balafireke şer ket: 4 mirî
    Etîketan:
    Serokwezîrê Libyayê yê berê hat revandin, Elî Zeydan, Trablus, Libya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de