13:06 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Li Burkîna Fasoyê êrişa çekdarî

    Li hemberî restorana tirkan êrişa çekdarî: Herî kêm 28 kuştî

    © REUTERS/
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Li paytextê Burkîna Faso li Ouagadougouyê li hemberî restorana tirkan êrişa çekdarî çekdarî. Li gorî agahiyên fermî di êrişa çekdarî de herî k3em 28 kes hatin kuştin.

    Li gorî şahidên bûyerê, li Ouagadougouyê 3 kesên bi çek di nava wesayîtekê de hatin pêşiya restorana bi navê ‘Aziz İstanbul' û bi çekan gule li ser kerînerên restoranê re reşandin.

    ‘ÊRIŞA TERORÎ'

    Berpirsên hikûmeta Burkîna Faso êrişa çekdarî ya restoranê bi terorî bi nav kirin û ragihandin ku ji bo desteserkirina êrişkaran operasyon têne lidarxistin.

    ​Hikûmetê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di êrişa çekdarî ya li hemberî restorana ‘Aziz İstanbul' ku li Kwame Nkrumah Avenueya Ouagadougouyê ye 17 kes hatin kuştin û 8 kes jî birîndar bûn. Netewa kesên kuştî û birîndar hê zelal nebûye."

    ‘YEKÊ JI KUŞTIYAN TIRK E'

    Li gorî nûçeya AFPê ku dispêrê xebatkarekî tendirustî yek ji kesên kuştî hemwelatiyê Tirkiyeyê ye. Wezîrê Ragihandinê Remis Dandjinou jî di axaftina xwe de got: "Niha em nizanin bê çend kesan êrişa çekdarî pêk aniye."

    Ji aliyê din ve li gorî nûçeya malpera Cumhuriyetê di êrişê de herî kêm 28 kes hatin kuştin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    El Şebab, êrişî baregeha Yekîtiya Efrîqayê kir: Herî kêm 50 kuştî
    El Şebab li Somaliyê êrişî otelê kir: 12 kuştî û 25 birîndar
    Amerîkayê Qempa El Şebab bombebaran kir: 150 kuştî!
    El Şebabê êriş kir: Herî kêm 70 kes can dan
    Amerîka li Somaliyê şûna mîlîtanên El Şebabê hêzên herêmî kuştiye
    Etîketan:
    Li hemberî restorana tirkan êrişa çekdarî, Wezîrê Ragihandin ê Burkîna Fasoyê, Remis Dandjinou, Ouagadougou, Burkîna Faso
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de