11:46 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Kenya Devlet Başkanı Uhuru Kenyatta

    Serokê nû yê Kenyayê diyar bû

    © AP Photo/ Khalil Senosi
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 22 0 0

    Komîsyona Sînoran û Hilbijartina Serbixwe ya Kenyayê ragihand ku Uhuru Kenyatta di hilbijartinê de sedî 54.27 dengan wergirtiye û ji nû ve bû serokê dewletê.

    Hate diyarkirin ku Serokê Dewleta Kenyayê Uhuru Kenyatta di hilbijartina k udi 8ê Tebaxê de hat lidarxistin de sedî 54.27 dengan wergirtiye û bo cara duyemîn bû serokê dewletê.

    Serokê Komîsyona Sînoran û Hilbijartina Serbixwe ya Kenyayê (IEBC) Wafula Chebukati di civîna çapameniyê ku li navenda hejmartina dengan ya li Nairobi paytexta welêt hat lidarxistin de axivî û destnîşan kir ku Uhuru Kenyatta di hilbijartina 8ê Tebaxê de 8 milyon 203 hezar (sedî 54.27) dengan wergirtiye û ji nû ve bû serokê dewletê.

    Chebukati destnîşan kir ku hilbijartin bi adil, pêbawer û bi awayek zelal pêk hatiye, ev yek jî di bin çavdêriya, çevdêrên navneteweyî de pêk hatiye.

    Li gorî ragihandina IEBCê Serokê Partiya Hevpar ê Jubile Uhuru Kenyatta 8 milyon û 203 hezar (sedî 54.27) dengan wergitiye, namzede muxalîf Raila Odinga jî 6 milyon 762 hezar (sedî 44.74) dengan wergirtine.

    Herwiha Serokê Muxalîf Jubile Uhuru îdia kiribû ku di hilbijartinê de sextekarî çêbûye û li ser vê yekê li welêt protesto dest pê kiribûn.

    Bi heman mijarî:

    Di Kongreya Awarte de hevserokên nû yên DBPê hatin hilbijartin
    Fransa: Di êrîşên li dijî baregeha hilbijartin ê Macron de şopa hackerên rûsî nehat dîtin
    Li Rihayê di navbera du koman de şer: 3 kuştî
    Bexdayê bersiv da Barzanî: Pêşeroja Iraqê ne di destê aliyekî de ye
    Trump: Alternatîfa leşkerî li dijî Venezuellayê pêkan e
    Etîketan:
    , serok, hilbijartin, Uhuru Kenyatta, Kenya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de