20:14 17 Tebax 2017
Zindî
    Girtîgeh / Zîndan / Heps

    Li girtîgehê şer: 9 kuştî û 11 birîndar

    © AP Photo/ Francois Mori
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 48 0 0

    Li girtîgeheke eyaleta Tamaulipas a Meksîkayê di navbera mehkûman de şer derket, di encama şer de 9 mehkûm hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

    Li girtîgeha bajarê Reynosaya Meksîkayê ku nêzî sînorê Amerîkayê ye di navbera du grûbên neyar ên mehkûm de bi dar, kêr û keviran şer û pevçûn derket.

    Li gorî daxuyaniya rayedarên fermî, şer û pevçûn di dema hevbîna mehkûm û ziyaretvanan de qewimî û ji bo ku rewş were kontrolkirin gardiyanan çek bi kar anine. Hat ragihandin ku di pevçûnan de 9 mehkûm hatin kuştin û 11 jî birîndar bûn.

    Bajarê Reynosa ku li eyaleta Tamaulipasê ye wekî navenda baronên hişbir ên Zeta û Gulfê tê qebûlkirin. Di nava baronên hişbirê de reqabet heye û gelek caran bûyerên şer û pevçûnî diqewimin.

    Bi heman mijarî:

    Buldan: Cihê parlamentaran ne girtîgeh in, parlamento ye
    Sizaya ateîzmê li Erebistanê Siûdî: 2.000 qamçi û 10 sal girtîgeh
    Cezayê gumanbarê Mutlu Kayayê diyar bû: 15 sal girtîgeh
    Qamişlo tê topbarankirin û YPGê girtîgeh rizgar kir (HAT NÛKIRIN)
    Etîketan:
    9 kuştî û 11 birîndar, Li girtîgehê pevçûn, Reynosa, Meksîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de