06:58 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Otobus - qeza

    Otobusa rêwiyan li dîwarê tunelê qelibî: 36 mirî û 13 birîndar

    © AFP 2017/ STR
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 54 0 0

    Li bajarê Ankang ê eyaleta Şaanşi ya Çînê di qezaya trafîkê de 36 rêwiyan jiyana xwe ji dest da û 13 rêwî jî birîndar bûn.

    Li gorî nûçeya ajansa Şinhuayê, otobusa rêwiyan ku 49 kes têde bûn di rêya navbera Pekîn-Kunmingê de li herêma Şian Hancongê li dîwarê tunela Çinlingê qelibî.

    Li gorî zanyariyên berdest, di encama qezaya otobusa rêwiyan ku ji bajarê Luoyanga eyaleta Hinanê diçû bajarê Çingdu yê eyaleta Siçuanê de 36 kesan jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn.

    Berpirsên herêmî yên çînî di daxuyaniyên xwe de ragihandin ku birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyên nêzîk.

    Herwiha Wezareta Ewlehiya Giştî ya Çînê jî di daxuyaniya xwe de got: "Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin û tîmên alîkariyê ku çûbûn cihê bûyerê xebatên xwe didomîne."

    Bi heman mijarî:

    Li Çînê hezaz çêbû: 141 kes dibin axê de ne
    Çînê bangî Amerîkayê kir: Çekan nefroşe
    Trump bi Serokdewletê Çînê Şi re dicive
    Li Çînê di termîk santralê de teqîn: 9 mirî 2 birîndar
    Ji Çînê banga arambûn û diyalogê
    Çînê keştiya xwe berda ser avê
    Etîketan:
    Li Çînê di qezaya trafîkê de 36 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn, Wezareta Ewlehiya Giştî ya Çînê, Pekîn, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de