17:52 20 Cotmeh 2017
Zindî
    Penaber

    Qaçaxvanan penaber avêtin deryayê: 51 mirî

    © AFP 2017/ ANDREAS STAHL
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Qaçaxvanan li qeraxên Yemenê ji ber tirsa berpirsan 120 penaber avêtin deryayê, ji 120an 51 penaber di avê de xeniqîn.

    Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) di daxuyaniya xwe de ragihandin ku qaçaxvanan li qeraxên Yemenê ji ber tirsa rayedarên dewletê 120 penaber avêtên deryayê.

    Li gorî daxuyaniya berpirsên Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM) ji 120 kesan cesede 29 penaberan hate tespîtkirin û 22 kes jî windayî ne. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane piraniya wan ciwan in.

    Penaberên ku ji karesatê rizgar bûn di daxuyaniya xwe de ragihandin ku qaçaxvan ji bo veguhestina penaberên nû vegeriyan Somaliyê.

    Bi heman mijarî:

    Pêla koçberiyê didome: 5 hezar û 600 penaber hatin rizgarkirin
    Hejmara miriyên penaber ên keştiya li Misrê gîhişt 110an
    Keştiya ku 600 penaber têde bû binav bû: Bi 10an mirî
    Fransayê îsal 1346 penaber ji Calaisê dersînor kirin
    Wezareta Karên Navxweyî yê Almanyayê: Di sala 2015an de 890 hezar penaber hatin Almanyayê
    Etîketan:
    51 penaber di avê de xeniqîn, Rêxistina Koçberî ya Navneteweyî (IOM), Yemen
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de