07:55 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Koreya Bakur

    Koreya Bakur: Em amadehiya êrişa baregeha Amerîka ya li Guamê dikin

    © Sputnik/ İlya Pitalev
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Berpirsekî leşkerî yê artêşa Koreya Bakur di axaftina xwe ya ajansa fermî de ragihand ku ew li ser planeke êrişî ya li hemberî baregeha Amerîka li Guamê dixebitin.

    Koreya Bakur, piştî biryara mueyîdeyan a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî di civîna Wezîrên Derve ya Yekîtiya Welatên Asyaya Başûrê Rojhilat (ASEAM) de bi Amerîkayê re ketibû nîqaşa devkî û ragihandibû ku heke hinek welat çekên kîmyewî bi kar bînin ew jî Amerîkaye.

    Nûnerê artêşa Koreya Bakur di axaftina xwe ya ajansa nûçeyan a fermî ya KCNAyê got: "Em bi cîdiyet li ser planeke ku bi moşekên balîstîk ên Hwasong-12 baregeha Amerîka ya Guamê dorpêç bikin disekinin. Dema ku Serok Kim Jong-un biryar da em ê vê planê têxin heyatê."

    Baregeha hewayî ya Anderson a Amerîkayê li Guamê 3 hezar û 400 kîlometro dûrî Koreya Bakur e û li Umana Pasîfîkê ye. Baregeh ji bo îqmala sotemeniya balafirên bombebaranê tê bikaranîn.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya, Îran û Koreya Bakur li dijî mueyîdeyên Amerîkayê dê koalîsyon ava bikin?
    Trump: Em ê meseleya Koreya Bakur çareser bikin
    Rûsya bertek da gotinên Tillerson yên derbarê Koreya Bakur de
    Rûsyayê ji bo Koreya Bakur bersiv da Amerîkayê
    Tillerson: Ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çîn berpirs in
    Etîketan:
    Koreya Bakur Amerîka tehdîd kir, ekîtiya Welatên Asyaya Başûrê Rojhilat (ASEAM), Artêşa Koreya Bakur, Amerîka, Koreya Bakur
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de