19:38 20 Îlon 2017
Zindî
    Li Çînê Erdhej

    Di erdhejê de otela ku 2 hezar kes tê de bûn hilweşiya

    © REUTERS/ Chen Yunhua
    Cîhan
    Lînkê kurt
    0 77 0 0

    Li herêma Siçuan a Çînê di encama erdhejê de oteleke ku 2 hezar tê de mêvan bûn hilweşiya.

    Li Herêma Siçiuan bajarokê Jiuzhaigouyê yê Çînê bi saeta herêmî li 21:19an erdhejeke bihêz rû da.

    Piştî erdheja bi dijwariya 7an bi sedan erdhejên duajo rû dan.

    5 KESAN JIYANA XWE JI DEST DA

    Di erdhejê de lobiya otela Tiantan a nêzîkî Parka Netewî ya Jiuzhaigouyê hilweşiya.

    Tîmên agirkujiyê ragihandin ku ji ber ku li herêmeke çiyayî ye xwe gihandina nav otelê zehmet e û rêya diçe otelê jî xisar dîtiye.

    Li gor zanyariyan 500 mêvanên otelê hatin tehlîyekirin, lê di encama hilweşîna lobîya otelê de 5 kesan can da û 63 kes jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: Em garantîya ewlekarî û serxwebûnê didin
    ‘Hêzên koalîsyonê bajarên Sûriyeyê rizgar nakin, tune dikin'
    Li Brezîlyayê pêşbirka ranên herî xweşik ên jinan hat lidarxistin
    Tola xwe bi asîdê ji keçika ku bi xoşewistê wê re civiya hilanî!
    Amerîkayê di derbarê xistina Heşdî Şebî de daxuyanî da
    Etîketan:
    çîn, erdhej, erdhej, Çîn, Çîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de